Radio Rojava
4.76K subscribers
24.3K photos
4.55K videos
69 files
438 links
Download Telegram
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Fermandar Sîdar Sembola Tekoşîna Jina Kedkar û Şerker e #YPJ
#YPJ
#YPG
#DefendRojava

Rojava FM
1
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Rûmet, Nasname û Berxwedana Jinan: KEZÎ

Di çanda Kurdan de, kezî şertê xweşikiyê yê asayî nîn e. Ew di stran, destan, gotin û bîranîna gel de wekî şeref û rûmeta jinan tê zanîn û pênasekirin. Jêkirina porê jinekê, bi taybetî bi zorê, tawana bedena jinan û hilanîna nasnameya wê ye. Ji ber vê yekê, di şertên şer û kaosê de, her car hêzên hov por dikin armanc. Di eslê xwe de ew jin û civakê dikin armanc.

#YPJ
#YPG
#DefendRojava
#JinJiyanAzadî
#KeziyêMeTirsaWe
https://ypjrojava.net/ar/?p=22810
https://ypjrojava.net/en/?p=22348
https://ypjrojava.net/?p=20656
https://youtu.be/2-S3EX44Gpw
🔥1
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Bi merasîmeke bi heybet Şehîd Şîlan û Şehîd Karker hatin oxirkirin

Îro li bajarê Kobanê, bi beşdariya bi sedan şêniyan, malbatên şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), her wiha nûnerên saziyên sivîl û civakî, cenazeyên Şehîd Şîlan Kobanê û Şehîd Karker Kobanê bi rêz û hurmet hatin oxirkirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her du şehîdan li ser milên girseyê, di nav tîlîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd Namirin” de hatin hildan. Şêniyên Kobanê bi hildana dirûşmên ku nîşana azadî û berxwedanê ne, şehîdên xwe di nava axê de spartin.


#YPJ #YPG
#DefendRojava
#DefendKobane
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=20904
https://youtu.be/VLFyFAKi3J0
https://ypjrojava.net/en/?p=22579
https://ypjrojava.net/ar/?p=23043
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Fermandara YPJ Destîna Roj: Emê li pey şopa tekoşîna wan bin

Fermandara YPJ Destîna Roj ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a lehengên berxwedêr yên ku di 15 Adarê de gihaştin asta şehadete 9 hevalên xwe bibîr anî.

Ji bo şehadeta Rojeng Rifat, Koçer Dêrîk, Şervan Kobanê, Hogir Dêrîk, Dîdar Dêrîk, Dogan Efrîn, Xebat Dirpêsiyê, Harûn Rojava, Faraşîn Baran wiha anî ziman: Em qehremanên azadiyê û fedayiyê dozê bi minetdarî û bi rêzdarî bi bîr tînin .Em soza tekoşînê ji nû ve ava dikin emê li pey şopa tekoşîna wan bin.

#YPG #YPJ #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21063
https://ypjrojava.net/en/?p=22732
https://ypjrojava.net/ar/?p=23198
https://youtu.be/wzSoudCmGy4
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Fermandara YPJ Destîna Roj: Emê li pey şopa tekoşîna wan bin

Fermandara YPJ Destîna Roj ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a lehengên berxwedêr yên ku di 15 Adarê de gihaştin asta şehadete 9 hevalên xwe bibîr anî.

Ji bo şehadeta Rojeng Rifat, Koçer Dêrîk, Şervan Kobanê, Hogir Dêrîk, Dîdar Dêrîk, Dogan Efrîn, Xebat Dirpêsiyê, Harûn Rojava, Faraşîn Baran wiha anî ziman: Em qehremanên azadiyê û fedayiyê dozê bi minetdarî û bi rêzdarî bi bîr tînin .Em soza tekoşînê ji nû ve ava dikin emê li pey şopa tekoşîna wan bin.

#YPG #YPJ #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21063
https://ypjrojava.net/en/?p=22732
https://ypjrojava.net/ar/?p=23198
https://youtu.be/wzSoudCmGy4
2
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Bi Têkoşîna Xwe Em Hebûna Tevahî Jinan Mîsoger Dikin #YPJ

#YPJ #YPG #DefendRojava
Jin Bê Parastin Nabe!
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21273
https://youtu.be/CqhuCLwcP8E
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Fermandar Stêrk Kobanê: ‘Em Ê Şopdarên Îdeolojî Û Felsefeya Rêber Apo Bin’

Fermandara YPJ’ê Stêrk Kobanê, di vê roja sembolîk de ku rojbûna Rêber APO û salvegera damezrandina YPJ’ê digihîne hev, girêdanbûna xwe ya bi xeta azadiyê re diyar kir û wiha anî ziman: ‘Ev helwest, encama rasteqîn a bandora paradîgmaya Ocalan e ku bingeha parastin û rizgariya jinê li herêmê ava kiriye.’

Stêrk Kobanê di axaftina xwe de, di serî de rojbûna Rêber Apo, li hemû şehîdên azadiyê û dayikên şehîdan pîroz kir û wiha anî ziman: “Rêber Apo ji bo jinên cîhanê rêya azadî û têkoşînê ronî kir. Em îro li vir, li ser hîmê van prensîban serbilindiya xwe nû dikin û bi biryardarî radigihînin ku em ê şopdarên îdeolojî û felsefeya Rêber Apo bin.’

Stêrk Kobanê bal kişand ser rola bingehîn a ku Rêber Apo di avakirina YPJ’ê de lîstiye û wiha got...

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21309
https://ypjrojava.net/en/?p=22952
https://ypjrojava.net/ar/?p=23425
1
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Nûredîn Sofî hat bibîranîn

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://youtu.be/odAyxbyY5wo
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Di dîroka têkoşîna me de, gelek lehengên jin hene ku bi her kêliya jiyana xwe dibin mînak û bi her gava xwe dibin rênîşander. Bi kesayeta xwe ya ku bi felsefeya azadiyê avakirine dibin parêzvanên rêya heqîqetê. Hevrêya me Tolîn Tolhildan û Hela Serêkaniyê jî bi dildariya xwe ya ji bo azadiyê û bi sekinên xwe yên şoreşgerî, bûn yek ji wan stêrkên geş ku di asîmanê Kurdistanê de her tim dibiriqin. Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin...

#YPJ #YPG #DefendRojava

https://youtu.be/qhZzyABcVI0
https://youtu.be/kpHlxDeLFlY
https://ypjrojava.net/ar/?p=23588
https://ypjrojava.net/en/?p=23123
https://ypjrojava.net/?p=21524
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Nav û Paşnav: Tolîn Tolhildan

Nav Û Paşnavê Rast: Rama El-Gead

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Navê Dayik: Xufran

Navê Bav: Xalid

Cîh Û Dîroka Şehadetê: 29-03-2026/Hesekê

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://youtu.be/qhZzyABcVI0 https://youtu.be/kpHlxDeLFlY https://ypjrojava.net/ar/?p=23588 https://ypjrojava.net/en/?p=23123 https://ypjrojava.net/?p=21524
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Nav Û Paşnav: Hela Serêkaniyê

Nav Û Paşnavê Rast: Emîne Enco

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Navê Dayik: Xatûn

Navê Bav: Xalid

Cîh Û Dîroka Şehadetê: 01-03-2026-Gundê Sefa/Çilaxa

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://youtu.be/qhZzyABcVI0 https://youtu.be/kpHlxDeLFlY https://ypjrojava.net/ar/?p=23588 https://ypjrojava.net/en/?p=23123 https://ypjrojava.net/?p=21524
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
Jinên Kurd Mîsogeriya Kurdistaneke Azadin

Jinên Kurd ji bo parastina mafê gelê xwe tedikoşin, berxwedidin û di oxira yekîtî û yekrêziya Kurd de berdelên giranbûha didin. Di tekoşîna maf û edaletê de jin pêşengiyeke berdêla wê girane dike. Ji ber wê jî rêzgirtina jinên şoreşger pîvaneke mirovî û exlaqî ye. Jinên Kurd bi tekoşîna xwe sînorên dagirkeran hildiweşînin û rê nadin polîtakayên parçekirinê. Ji ber wê ye li hemû deverên Kurdistanê jin dibin armanca hêzên dagirker. Lê jinên Kurd bi îradeyeke ji pola û baweriyeke berz tekoşîna xwe bilind dikin.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jinên têkoşer pêşmerge Xezal Mewlan, Nada Mîrî û Semîra Alayarî bi rêzdarî bibîrtinin û didin xuyakirin ku dengê tifinga jinên Kurd tenê bang û daxwaza azadiya jin û gelê Kurd dike.

Jin li hemberî feraseta desthiladar bi wêrekî tekoşîn dike. Em êrîşên li hemberî baregehên pêşmergeyên Komale yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Îranê ve tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Em wek YPJ diyar dikin ku şehadeta 3 jinên pêşmerge Nada, Semîra û Xezal ne tenê ji bo malbat, rêxistinên wan, ji bo me û ji bo gelê Kurdistanê û hemû hêzên azadîxwaz windahiyeke bi êş û giran e. Em bi taybetî bal dikişînin ser wê ku êrîşên li ser jinên pêşmerge ne tenê êrîşeke leşkerî ye, di heman demê de hewldaneke siyasî ya ji bo têkbirina rola jinan a di têkoşîna azadiyê de ye. Armanca van êrîşan ewe ku deng û hebûna jinan a di qada siyasî, leşkerî û civakî de kêm bikin. Lê weke jinên Kurd emê bi biryardarî û baweriyeke mezin, tekoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û gavek jî paşve neavêjin.

Sedem çi dibe bila bibe, em pêşwazî nekirina termê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyên herêma Kurdistanê û piştî şehîd bû jî ji bo wacibên olî negirtina mizgeftê rast nabînin û em banga lêpirsîneke lezgîn a di derbarê vê buyerê de li cihên pêwendîdar dikin. Ji ber Xezala ku giran brîndar bû, dikarîbû bihata rizgar kirin. Ev nêzîkatî di warê hestî û mirovî de ji bo me hemû jinan û gelê Kurd giran hat. Xezal weke jineke Kurd parastina ax û welatê xwe hilbijart. Ew weke jineke Kurd bi erkên xwe yên niştîmanperweriyê radibû. Li hemberî wê jî tu bereyên siyasî pêwîste ji bo cudahiya fikrî berjewendiyên civakî û netewî piştgûh nekin û bi taybet jî li hemberî tekoşîna jina Kurd a azadiya welat rêzdar bin.
Di van demên ku ji her alî ve êrîş li ser gelê Kurd hene, bê ku ferq û cûdahî bixin nava rêxistin û partiyên Kurdan divê em ji bo hevdû bibin palpişt.
Em bang li hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî yên Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşan bi yekdengî rawestin û yekîtiya neteweyî bi hêz bikin. Di demeke wisa de, parastina destkeftiyên gel û şehîdan tenê bi hevkarî û yekgirtinê pêkan dibe. Her cûdabûn û dubendî tenê dikare dijminan zêde bike.

Em di serî de ji bo malbata hêja ya Xezal Mewlan, hevalên wê yên tekoşînê û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Jina Kurd ji bo azadiya gelê xwe herdem bi dilek wêrek, fedakar û pêşeng têkoşiyaye rêz girtina tekoşîna jinan jî pîvanekî mirovî û gerdûnî ye. Em careke din di şexsê şehîd Xezal Mewlan de tevahî jinên welat hez û têkoşînvanên azadiyê silav dikin û em bawerin siberoja azad û bi ewle wê di pêşengiya jinan de misoger bibe.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
20.04.2026

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21551
https://ypjrojava.net/en/?p=23151
https://ypjrojava.net/ar/?p=23615
Forwarded from YPJ MEDIA CENTER
المرأة الكردية تضمن كردستان حرة

تناضل النساء الكرديات لحماية حقوق شعبهن، ويقاومن ويدفعن ثمناً باهظاً من أجل وحدة كردستان وتماسكها. وفي نضالهن من أجل الحقوق والعدالة، تضطلع النساء بدور ريادي عبر تضحيات جسيمة. لذا، يُعدّ احترام المرأة الثورية معياراً إنسانياً وأخلاقياً. ومن خلال نضالهن، تحطم النساء الكرديات قيود الاحتلال ويرفضن سياسات التفرقة. ولهذا السبب، تستهدف قوات الاحتلال النساء في جميع أنحاء كردستان. ومع ذلك، تواصل النساء الكرديات نضالهن بإرادة قوية وإيمان راسخ.
بصفتنا وحدات حماية المرأة (YPJ)، فإننا نتذكر باحترام مقاتلات البيشمركة: غزال مولان، وندى ميري، وسميرة العياري، ونؤكد أن صوت بنادق النساء الكرديات لا ينادي إلا بحرية النساء والشعب الكردي.
تناضل النساء بشجاعة ضد الذهنية الحاكمة. وندين بشدة الهجمات التي شنّتها الدولة الإيرانية على قواعد قوات البيشمركة في كوماله بشرق كردستان. وبصفتنا وحدات حماية المرأة (YPJ)، نؤكد أن استشهاد البيشمركة الثلاث: ندى وسميرة وغزال، خسارة فادحة ومؤلمة، ليس فقط لعائلاتهن ومنظماتهن، بل لنا ولشعب كردستان وجميع القوى المحبة للحرية.
ونلفت الانتباه بشكل خاص إلى أن الهجمات على نساء البيشمركة ليست مجرد هجوم عسكري، بل هي محاولة سياسية لتدمير دور المرأة في النضال من أجل الحرية. ويهدف هذا الهجوم إلى تهميش صوت المرأة وإقصاء حضورها في المجالات السياسية والعسكرية والاجتماعية. ولكننا، كنساء كرديات، سنواصل نضالنا من أجل الحرية بعزيمة وإيمان راسخين، ولن نتراجع قيد أنملة.
مهما كان السبب، فإننا نرى أنه من غير المقبول أن تمتنع مستشفيات إقليم كردستان عن استقبال جثمان غزال مولان، وأن يبقى المسجد مفتوحاً للأغراض الدينية بعد استشهادها، ونطالب بإجراء تحقيق عاجل في هذه الحادثة من قبل الجهات المعنية. لقد كان من الممكن إنقاذ غزال، التي أُصيبت بجروح خطيرة. وكان هذا الموقف صعباً علينا جميعاً، نحن النساء، وعلى الشعب الكردي، من الناحية النفسية والإنسانية.
لقد اختارت غزال، كامرأة كردية، الدفاع عن أرضها ووطنها، وأدت واجبها الوطني. وفي المقابل، لا ينبغي لأي حزب سياسي أن يقدّم المصالح الحزبية على المصالح الاجتماعية والوطنية، وعليه أن يحترم نضال المرأة الكردية من أجل حرية البلاد.
في هذه الأوقات التي يتعرض فيها الشعب الكردي للهجوم من جميع الجهات، يجب علينا أن ندعم بعضنا البعض، بغض النظر عن الاختلافات أو التمايزات بين المنظمات والأحزاب الكردية.
ندعو جميع القوى السياسية والاجتماعية والعسكرية في كردستان إلى التكاتف في مواجهة هذه الهجمات وتعزيز الوحدة الوطنية. ففي مثل هذه الظروف، لا سبيل لحماية مكتسبات الشعب والشهداء إلا بالتعاون والوحدة، وأي انقسام أو تفرقة لن يؤدي إلا إلى زيادة عدد الأعداء.
نتقدم بخالص التعازي إلى عائلة غزال مولان الكريمة، ورفاقها في النضال، والشعب الكردي بأسره. لطالما ناضلت المرأة الكردية من أجل حرية شعبها بشجاعة وإيثار وريادة. إن احترام نضال المرأة واجب إنساني.
إنها قضية عالمية. نحيّي مجدداً جميع النساء اللواتي يحببن وطنهن ويناضلن من أجل الحرية في شخص الشهيدة غزال مولان، ونؤمن بأن مستقبلاً حراً وآمناً سيُضمن تحت قيادة النساء.

القيادة العامة لوحدات حماية المرأة
20.04.2026




#YPJ #YPG #DefendRojava

👇📷 https://ypjrojava.net/?p=21551 https://ypjrojava.net/en/?p=23151 https://ypjrojava.net/ar/?p=23615