Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
تحدّث رئيس مجلس قبيلة طي العربية، الشيخ حسن فرحان العبد الرحمن، لروجافا إف إم عن الاعتداء الذي تعرّض له أهالي كري سبي أثناء عودتهم إلى مدينتهم، مؤكداً أن من حقهم العودة إلى ديارهم، وأن الاعتداءات التي تعرّضوا لها، وكذلك الاعتداءات السابقة على أهالي سري كانيه، تستوجب تحمّل الحكومة مسؤولياتها في حمايتهم. وأشار إلى أن المجموعات التي هاجمت الأهالي ليست من أبناء كري سبي، بل هي مدعومة من قوى خارجية تهدف إلى تأجيج الوضع.
Serokê Meclisa Eşîra Tay, Şêx Hesen Ferhan El-Ebdulrehman, ji Radyoya Rojava FM re li ser êrîşa li ser şêniyên Girê Spî di dema vegera wan a bajarê xwe de axivî. Wî tekez kir ku mafê wan heye ku vegerin mal û warên xwe. Her wiha, diyar kir ku êrîşên li ser wan û yên berê yên li ser şêniyên Serê Kaniyê, hewce dikin ku hikûmet berpirsiyariya xwe bigre û parastina wan bike. Şêx Hesen Ferhan destnîşan kir ku komên êrîşkar ne ji şêniyên Girê Spî ne, lê piştgiriya hêzên derve distînin û dixwazin rewşê aloztir bikin.
Rojava FM

بمشاركة طلاب جامعة روجافا، أدلى اتحاد الطلبة الوطنيين السوريين ببيان في مبنى جامعة روجافا بمدينة قامشلو، رفض فيه القرار الصادر عن وزارة التعليم العالي والبحث العلمي في الحكومة الانتقالية السورية بشأن جامعتي روجافا وكوباني، معتبراً أن القرارات تمسّ حق الطلبة في مواصلة تعليمهم الجامعي باللغة الأم، وتؤثر في مستقبلهم الأكاديمي، مطالباً بإعادة النظر في القرار.
Bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Rojava, Yekîtiya Xwendekarên Welatparê ya Sûriyê li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û biryara Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ya derbarê her du zanîngehên Rojava û Kobanê de şermezar kir. Yekîtiyê diyar kir ku ev biryar mafê xwendekaran ê domandina xwendina xwe ya zanîngehê bi zimanê dayikê binpê dike û bandorê li ser paşeroja wan a akademîk dike. Her wiha, Yekîtiyê bang kir ku biryar ji nû ve were nirxandin.

نظّمت مؤسسة التعاون الإنساني والإنمائي، بالشراكة مع وزارة الخارجية السويسرية، اجتماع مناصرة وحوار مع وفد من وزارة الخارجية السويسرية، لمناقشة واقع محافظة الحسكة في المرحلة الانتقالية، واستكشاف أدوار المجتمع المدني والجهات الفاعلة وأصحاب المصلحة في تعزيز التماسك المجتمعي، ودعم مسارات العدالة الانتقالية والمصالحة الوطنية، ومكافحة خطاب الكراهية وتعزيز السلم الأهلي، وذلك في صالة لوكس بمدينة قامشلو.
Saziya Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê, bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, civîneke alîgirî û diyalogê bi şandeyeke ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re li salona Lûks a bajarê Qamişloyê li dar xist. Di civînê de rewşa Parêzgeha Hesekê di qonaxa veguhêz de hate nîqaşkirin û rola civaka sivîl, aktor û aliyên peywendîdar di pêşxistina hevgirtina civakî, piştgirîkirina pêvajoyên edaleta veguhêz û lihevhatina neteweyî de hate nirxandin. Her wiha, pêşîlêgirtina xîtaba kînê û xurtkirina aştiya civakî jî hatin nîqaşkirin.

أحيا مؤتمر ستار الذكرى السنوية الأولى لاستشهاد عضوة منسقية مؤتمر ستار في عفرين، الشهيدة هيفي سليمان، التي استُشهدت في 28 تشرين الأول من العام الماضي إثر مرض عضال، وذلك عند ضريحها في مزار الشهيد دليل ساروخان بمدينة قامشلو.
Kongreya Star salvegera yekem a şehadeta endama Kordînasyona Kongreya Star a Efrînê, şehîd Hevî Silêman, ku di 28’ê Cotmeha sala borî de ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû, li ser gorê wê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê bi bîr anî.
Rojava FM
Kongreya Star salvegera yekem a şehadeta endama Kordînasyona Kongreya Star a Efrînê, şehîd Hevî Silêman, ku di 28’ê Cotmeha sala borî de ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû, li ser gorê wê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê bi bîr anî.
Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
أصدرت كلية الجنولوجيا في جامعة روجافا بيانًا رفضت فيه إقصاء قسم الجنولوجيا من التعليم الجامعي، مستنكرةً قرار مجلس التعليم العالي الذي أدى إلى إقصاء العديد من الأقسام والكليات في إطار قرار دمج جامعة روجافا. واعتبرت الكلية أن تهميشها يُشكّل تعدّيًا صارخًا على حقوق الطلبة.
Fakulteya Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da û tê de biryara Meclisa Xwendina Bilind a Sûriyê ya derbarê dûrxistina gelek beş û fakulteyan, di nav de Beşa Jineolojiyê jî, şermezar kir. Fakulteyê tekez kir ku dûrxistina wê binpêkirineke eşkere ya mafên xwendekaran e.