Radio Rojava
4.99K subscribers
23.1K photos
4.37K videos
69 files
402 links
Download Telegram
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji zanîngehê heta Qada Jina Azad meşiyan.

نظم طلاب جامعة كوباني مسيرة من الجامعة إلى ساحة المرأة الحرة تنديداً بالهجمات على حيي شيخ مقصود والأشرفية.

Rojava FM
2
وصل عدد من جرحى مقاومة الشيخ مقصود والأشرفية إلى مشافي الحسكة لتلقي العلاج.

Hejmarek ji birîndarên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo dermankirinê gihiştin nexweşxaneyên Hesekê.

Rojava FM
3
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
أهالي مدينة قامشلو وبمشاركة مهجّري عفرين والشهباء يستقبلون قافلة الأهالي التي توجهت إلى دير حافر تلبيةً للنفير العام دعماً لمقاومة الشيخ مقصود والأشرفية.

Gelê Qamişlo ligel koçberên ji Efrîn û Şehbayê, pêşwaziya konvoya Gel a ji bo piştgirtiya berxwedana Şêx Meqsû û Eşrefiyê çûbûn Dêr Hafirê dikin.

Rojava FM
3
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb.

Rojava FM
3😢3🔥1
Ji bo raya giştî

Beriya niha me ragihand ku endamê fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye.

Ji ber şertê giran yên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û rexmî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.

Lê belê hate zelalkirin ku rêhevalê me Azad Heleb şehît neketiye. Pêwendî pê re hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle.

Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd
11.01.2026
3
Radio Rojava
Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb. Rojava FM
Em Fermandarê Xwe Yê Fedayî Rêheval Ziyad Bi Bîr Tînin

Hevalê me Ziyad Heleb ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt, bi ruhekî fedayî têkoşiya û di 10’ê Çileya 2026’an de li berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd’ê e gihaştin şahadetê.
Di şexsê Fermandar Ziyad de, em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin.
Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb ji kêliya destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kir. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiya û bû çavkaniya moral û berxwedaniyê. Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriya û bi şervanên xwe re şer pêşwazî dikir. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşand. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me; tevî rêhevalên xwe bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.
Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di sala 1988’an de li Efrînê jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.
Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, di nav refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.
Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.
Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî fedayî beşdarî xebatan bû.
2