Rojava FM
4.36K subscribers
26.1K photos
4.8K videos
70 files
455 links
Download Telegram
Partiya Çep a Kurd û çend partiyên din li Til Temir ji ber bihayên bilind xwepêşandanek li dar xistin.
الحزب اليساري الكردي وعدد من الأحزاب يخرجون في وقفة احتجاجية بسبب غلاء الأسعار في بلدة تل تمر.

Rojava FM
تشييع جثمان المقاتل في صفوف قوات سوريا الديمقراطية الشهيد محمد عبدو العبدو (عكيد عفرين)، الذي استشهد بتاريخ 18 كانون الثاني الماضي، خلال مقاومته للهجمات في الرقة، إلى مثواه الأخير في مزار الشهيد دليل ساروخان بمدينة قامشلو.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Şehîd Mihemed Ebdo El-Ebdo (Egîd Efrîn), yê ku di 18'ê Çileyê 2026'an de dema berxwedana li hemberî êrîşên li ser Reqayê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hate oxirkirin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
بدء الضخ التجريبي لمياه علوك باتجاه الحسكة وجهود مكثفة لصيانة الخط
​بعد سنوات من الانقطاع، تم اليوم البدء بضخ المياه من محطة علوك باتجاه مدينة الحسكة.Dest bi pompkirina ceribandinê ya ava Elokê ber bi Hesekê ve hat kirin, û xebatên tamîrê bi lez didomin
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
من استقبال أهالي قامشلو لكلٍّ من محمد علاء إبراهيم وآزاد عبد الكريم، عقب إطلاق سراحهما بعد نحو 7 سنوات من الأسر.
Ji pêşwaziya gelê Qamişloyê ji bo Mihemed Elaa Îbrahîm û Azad Ebdulkerîm, ku piştî nêzîkî 7 salan di esaretê de man, hatin azadkirin.

Rojava FM
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî:
Rojava FM
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî:
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî:

🔴Em salvegera 14”mîn a Şoreşa 19”ê Tîrmehê li gel pîroz dikin. Ev roj di dîroka Sûriyeyê û hemû pêkhateyn wê de bûyerek girîng bû.

🔴Şoreşa 19”ê Tîrmehê hemû civak, ol û mezheb hembêz kir. Ew ne bûyerek demkî bû, lê belê encama amadekariyên dirêj û têkoşînek mezin bû.

🔴Gelê Kurd bi salan li dijî polîtîkayên Partiya Baas a hilweşiyayî têkoşiya, xwe birêxistin kir û ji bo serkeftina vê şoreşê şehîd dan.

🔴Piştî serkeftina şoreşê, ji aliyê rejîma Baas û hêzen girêdayî derve û Tirkiyê, ji bilî êrîşên berfireh ên ku ji hêla DAIŞê ve hatin destpêkirin, bi taybetî di qonaxên wê yên destpêkê de dema ku gelek welat nekarîn pê re rû bi rû bimînin, rastî gelek êrîşan hat. Lêbelê, hêzên ku Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê temsîl dikirin, di nav wan de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi mêrxasî li hember vê rêxistinê li ber xwe dan û ji cîhanê re hêza xwe ya têkbirina terorê îspat kirin.

🔴Berxwedana li dijî DAIŞê, bi taybetî berxwedana dîrokî ya li bajarê Kobanê, Şoreşa Rojava di asta herêmî, Kurdistanî û navneteweyî de ber bi qonaxek nû ve bir.

🔴Kurdên li seranserê Kurdistan, Ewropa û cîhanê, digel dostên enternasyonalîst û demokrat ên gelê Kurd, li dora şoreşê kom bûn û tevlî refên wê bûn.

🔴Li Kobanê, Pêşmerge û Gerîla bi gelên herêmê re di sekna li himber terorê de bûn yek, û berxwedanek dîrokî nîşan dan.

🔴Kobanê bû sembola berxwedana mirovahiyê li dijî terorîzmê, û piştî berxwedana qehremanî ya ku Kurdan di sala 2014an de nîşan da, Koalisyona Neteweyî ket qadê.

🔴 Her ku Şoreşa 19ê Tîrmehê berfireh bû, mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê tevlî refên wê bûn, û ev yek bû sedema damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji bo parastin û rizgarkirina deverên berfireh ên axa Sûriyeyê ji DAIŞê têkoşîn kir.

🔴 Cara yekem, şoreşek bi pêşengiya Kurdan bû hêzek pêşeng ji bo hemî civakan, ev jî destkeftiyek girîng a şoreşê ye.

🔴 Me bi hezaran şehîd û birîndar ji bo parastina herêmên xwe û destkeftiyên şoreşê feda kirin.

🔴 Xwîna Kurdan bi xwîna civakên cuda yên Sûriyeyê re ji bo parastina mirovahiyê û rûmetê li vê herêmê tevlihev bû.

🔴 Tevî ku şoreş ji hêla çend aliyan ve hedef hat girtin jî, lê dîsa hewlên avakirin, rêxistinkirin, perwerdekirin û pêşxistina saziyên civakî, hetta di nav şer de jî, berdewam kir.

🔴 Îro, em dikevin qonaxek nû. Saziyên leşkerî û îdarî, di nav de QSD û Rêveberiya Xweser, dibe ku guhertinan bibînin, lê ev şoreş dê bi şêweyên nû berdewam bike.

🔴Destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê niha bi Şoreşa Sûriyeyê re dibe yek, ev jî ya hemû gelê Sûriyeyê ye.

🔴Îro, em di Sûriyeya nû de dijîn, piştî têkçûna rejîma berê ku nêzîkî 60 salan welat birêve bir û zirareke mezin da gelê Sûriyeyê û herêmê.

🔴Sûriyaya nû encama têkoşîna hemû Sûriyeyane, tevî gelê Kurd û pêkhateyên cûda yên ku di nav refên QSD”ê û Rêveberiya Xweser de têkoşîn kirin.

🔴Li gorî peymanên ku bi hikûmetê re hatine îmzekirin, gelek guhertin û pergaleke îdarî ya nû dê çêbibin. QSD”ê û Rêveberiya Xweser jî dê tevlî Sûriyeya nû bibin.

🔴Rihê Şoreşa 19ê Tîrmehê, rihê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî terorê, û têkoşîna ku me daye dê berdewam bike da ku Sûriyeyek demokratîk û piralî ji bo hemû gelên wê ava bikin.

🔴Berpirsiyariya serkeftina vê qonaxê li ser me hemûyan e.

🔴Jinên herêmê, bi taybetî jinên Kurd, di Şoreşa 19ê Tîrmehê de roleke pêşeng lîstin û di qonaxa pêş de jî wê vê yekê bidomînin.

🔴Ciwanên Kurd, ku di têkoşîna di nav dezgehên leşkerî û sivîl de roleke girîng lîstin, wê di avakirina Sûriya nû de jî roleke girîng bilîzin.

Rojava FM
القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية، مظلوم عبدي، لـ"روجآفا FM":