Radio Rojava
4.89K subscribers
23.6K photos
4.44K videos
69 files
413 links
Download Telegram
Radio Rojava
صالح مسلم: رمز النضال والوفاء للشعب رحل السياسي والمناضل والمدافع عن حقوق شعبه، صالح مسلم، تاركاً خلفه حزناً عميقاً في قلوب أبناء شعبه وكل من عرف مسيرته النضالية. وبهذه المناسبة الأليمة نتقدم بخالص التعازي إلى عائلة الفقيد وإلى عموم أبناء شعبنا. لقد شكّلت…
Salih Muslim: Sembola Têkoşîn û Dilsoziya bi Gel re

Siyasetmedar, çalakvan û parêzvanê mafên gelê xwe, Salih Muslim, koça dawî kir, di dilê gelê xwe û hemû kesên ku têkoşîna wî nas dikirin de xemgîniyek kûr hişt. Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji malbata rehmetî û ji hemû gelê me re dixwazin.

Jiyan û têkoşîna Salih Muslim welatparêziya rastîn nîşan da, jiyana xwe bi dilsozî û fedakariyek mezin ji bo xizmetkirina gelê xwe û parastina mafên wan terxan kir. Wî di Şoreşa Rojava de roleke girîng lîst , ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan îlham girt, rêberiya civaka xwe kir û mîrateyek girîng a têkoşînê li pey xwe hişt.

Rehmetî wekî bavê şehîdekî jî dihat nasîn, ji bo doza azadiyê tiştê xwe yê herî hêja da, bi vî rengî wateya fedakarî û têkoşînê temsîl kir. Ji salên destpêkê yên têkoşîna azadiya Kurd heta rojên dawî yên jiyana xwe, ew bi prensîbên xwe ve girêdayî ma û baweriya xwe bi edaleta doza gelê xwe anî û li kêleka malbata xwe beşdarî têkoşînê bû.

Em sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata şehîd Salih Muslim re dixwazin.

Rojava FM
من استقبال جثمان الشهيد صالح مسلم من قبل اهالي روجآفا على معبر سيمالكا.
Ji pêşwazîkirina cenazeyê Şehîd Salih Muslim li dergehê Sêmalka ji aliyê gelê Rojava.

Rojava FM
12`ê Adarê (Komkujî, Serhildan, Şoreş)
Em hemû Şehîdên serhildana Qamişlo bi bîr tînin

Rojava FM
Forwarded from YPG Press Office
Sembola Welatparêziya bi Ked û Fedekarî; Rêzdar Salih Muslim

Di qonaxên herî dijwar yên ku gelê Kurd di nav re derbas dibûn û serî li himber her cure qirkirinê radikirin Bavê Welat-Salih Muslim bi hemû şaneyên bedena xwe ve di 40 salên derbasbûyî de ked û têkoşînekî mezin raber kir. Ji bo parastina mafên gelê Kurd bi taybet li Rojavayê Kurdistanê nav têkoşîna siyasî-civakî de rolekî mezin lîst. Ji sala 2003’an û şûnde, di pêşxistina bingeha şoreşê de nav Partiya Yêkîtiya Demokratîk-PYD’ê de di asta rêvebirinê xebatan de pêşengiya dîrokî kir. Ked û fedekariya ku ji welatparêziya kûr a bi têgihiştin de dihat her tim berê Salih Muslim dan xebatên dîrokî û ya pîroz. Xebatên xwe yên siyasî piştî pêşketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî him li tevahî beşên Kurdistanê him jî li seranserî cîhanê meşand û ti caran ji dayîna berdelan xwe paşde neda. Daku ked û fedekariyên bi hezaran gel û şervanê me û berhema hatî avakirin di asta siyasî de statuyekî bi dest bixe û serî de li Rojava tevahî Kurdistanê destkeftiyên Kurdan bê parastin xebatên yêkîtiyê de bêrawestan xebat meşand.

Rêzdar Salih Muslim, ew fikrê ku jê bawer bû heta dawî parast û ji bo xizmeta wê fikrê tevahî jiyana xwe xist oxira pêkanîna xewn û xeyalê şehîdan. Rêzdar Salih Muslim ku bavê şervanekî me ya şehîd bavê Şehîd Şervan(2013’an şerê li dijî çeteyan şehîd ket) bi bûyîna sembola welatparêziya bi ked û fedekarî ve di encamê nexweşiyê de gihişt asta şehadetê. Em wekî Fermandariya YPG serî de malbata hêja ya Salih Muslim, tevahî endam û rêveberên PYD’ê re û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza pêkanîna xewn û xeyalê Salih Muslim ya pêşerojekî azad dubare dikin.

12.03.2026
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

https://ypgrojava.org/daxuyani/sembola-welatpareziya-bi-ked-u-fedekari-rezdar-salih-muslim1773307939
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
تجمع عدد من أهالي مدينة عامودا إلى جانب ممثلين عن مؤسسات مدنية وخدمية في ساحة المرأة، لإحياء الذكرى الثانية والعشرين لانتفاضة 12 آذار.
Hejmarek ji xelkên bajarê Amûdê, ligel nûnerên saziyên sivîl û xizmetguzeriyê, li Qada Jinê kom bûn da ku salvegera 22`mîn a serhildana 12`ê Adarê bi bîr bînin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Li bajarê Dêrikê salvegera serhildana 12`ê Adarê hate bi bîranîn.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
إحياء الذكرى السنوية الـ22 لانتفاضة 12 آذار 2004 في ملعب شهداء 12 آذار بمدينة قامشلو، حيث ألقى مجلس المدينة بياناً استُذكِر فيه شهداء الانتفاضة الذين ارتقوا على يد النظام البعثي البائد.
Salvegera 22'mîn a serhildana 12'ê Adara 2004'an li Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê a li Qamişloyê hate bîranîn. meclisa bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û şehîdên serhildanê yên ku ji aliyê rejîma Baas a hilweşiyayî ve şehîd ketin bi bîr anî.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Cenazeyê Şehîd Salih Muslim bi girseyî ji aliyê gelên Girke Legê hat peşwazîkirin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Li bajarê Til Temir salvegera serhildana 12`ê Adarê hate bi bîranîn.

Rojava FM
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
وصول موكب جثمان المناضل صالح مسلم إلى قامشلو.
Karwanê cenazeyê Ş. Salih Muslim gihîşt bajarê Qamişlo.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji bo siyasetmedarê Kurd Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim li Kobanê, li ber mala wî konê sersaxiyê hate vedan.

Rojava FM
وصول جثمان المناضل صالح مسلم إلى برّاد الشهداء في مدينة قامشلو، وستُقام غداً مراسم الوداع في ملعب شهداء 12 آذار عند الساعة 11 صباحاً، ليتم بعد ذلك نقله إلى كوباني ليوارى الثرى

Cenazeyê Ş. Salîh Muslim gihîşt Morga Şehîdan a li Qamişlo, û merasîma oxirkirinê dê sibê li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê saet 11ê sibê were lidarxistin, piştre dê ber bi Kobanî ve were veguhastin ji bo oxirkirinê.

Rojava FM