Radio Rojava
4.94K subscribers
23.3K photos
4.4K videos
69 files
405 links
Download Telegram
Radio Rojava
#Lezgîn Bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, wêneyeke nû yê Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin bi raya giştî re hate parvekirin. Rojava FM
Rêber Abdullah Ocalan bi boneya salvegera banga 27’ê sibatê peyamek da.
Peyama Rêber Abdullah Ocalan wiha ye: 
“Banga me ya 27’ê Sibata 2025’an, beyana wê ye ku li cihê ku siyaseta demokratîk bi cih dibe çek wateya xwe winda dike û beyaneke eşkere ye ku siyaset hatiye tercîhkirin û temamkirina rêgezan e. Me bi îrade û pratîka yekalî bi awayekî bingehîn serdema serhildana neyînî derbas kir. Pêvajoya bihûrî şiyan û hêza me ya danûstandinê îspat kiriye û em dikarin rê li ber veguhestina ji siyaseta tundûtûjî û parçekirinê bo siyaseta demokratîk û entegrasyonê vekin. Bangewazî, konferans û kongreyên me ji bo vê armancê bûn. Biryarên rêxistinê yên ji bo fesix û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ne tenê redkirina fermî û pratîkî ya tundûtûjiyê, lê di heman demê de veguherîneke derûnî ber bi rêyeke siyasî ve jî nîşan da. Ev yek di heman demê de îlankirina lihevhatina derûnî bi komarê re bû.

Ez îradeya birêz Erdogan, banga birêz Bahçeli, tevkariya birêz Ozel û hewldanên hemû kes û saziyên din ên siyasî, civakî û sivîl ên ku sala borî bi awayekî erênî beşdarî pêvajoyê bûne, gelekî girîng dibînim. Û ez bi taybetî hevalê me Sirri Sureyya careke din bi rêz û hesreteke mezin bi bîr tînim.

Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabin. Ev diyalektîka têkiliyê xwedî karektereke dîrokî ya resen e. Nivîsên bingehîn ên di pêvajoya damezrandina Komarê de yekitiya Tirk û Kurdan nîşan didan. Banga me ya 27’ê Sibatê hewldanek e ji bo vejandina wî ruhê yekitiyê û daxwaza Komara Demokratîk. Me armanc kir ku em mekanîzmaya xwîn û pevçûnê bişikînin. Li şûna ku em dîrokîbûn, cidîbûn û rîskên potansiyel ên pirsgirêkê bibînin, ku em li gorî berjewendiyên siyasî yên demkurt û teng tevbigerin ev dê me hemûyan qels bike. Hewldana domandina înkar û serhildanê, hewldana domandina nelirêtiya herî mezin e. Em astengiyên li pêşiya yekitiyê ji holê radikin ku di dused salên dawî de hat xwestin ku ev yekitî bê berevajîkirin, em şertên hiqûqa yekitiyê pêk tînin. Em dixwazin nîqaş bikin bê ka em ê çawa bên cem hev û jiyana bi hev re ava bikin.

Niha divê em ji qonaxa neyînî derbasî qonaxa erênî ya avakirinê bibin. Rê li ber serdem û stratejiyeke nû ya siyasetê vedibe. Armanca me ew e ku em serdema siyaseta tundûtîjiyê bi dawî bikin û pêvajoyek li ser bingeha civaka demokratîk û serweriya hiqûqê vekin. Em hemû beşên civakê vedixwînin ku di vî warî de derfetan biafirînin û berpirsyariyê bigirin ser milê xwe.

Civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û entegrasyon bingehên hişmendiya qonaxa erênî ne. Qonaxa erênî rêbazên têkoşînê yên zorê û tundûtûjî veder dike. Armanca avakirina erênî, ne desteserkirina tu sazî yan avahiyekê ye, armanc ew e ku her kes di civakê de bikaribe berpirsyariyê bistîne û beşdarî avakirina civakî bibe. Armanc ew e ku avakirin bi hev re û di nav civakê de pêk were. Komên bindest, komên etnîkî, komên olî û çandî dikarin bi têkoşîna demokratîk a domdar û rêxistinkirî xwedî li afirînên xwe derkevin. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku dewlet bersivê bide veguherîna demokratîk.

Entegrasyona demokratîk bi kêmanî bi qasî destpêka Komarê girîng e. Ew bangek e ku bi qasî wê wate, siberoj û bi potansiyela hêza xwe hebûn û dewlemendiyê dihewîne. Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye. Ew alternatîfek e ji bo rêbazên parçeker an jî rêbazên asîmîlasyonîstiya berevajî. Ji bo veguhestina bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye. Çareseriya civaka demokratîk, avakirina mîmarî û hiqûqeke di çarçoveya siyasî, civakî, aborî û çandî de pêşbînî dike.

Gelek pirsgirêk û krîzên ku em îro pê re rû bi rû dimînin, ji ber nebûna hiqûqeke demokratîk derdikevin. Em di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareseriyeke hiqûqî diparêzin. Pêdiviya me bi nêzîkatiyekê heye ku ji bo civaka demokratîk, ji bo demokrasiyê qadê çêke û ji bo vê yekê jî garantiyên hiqûqî yên bihêz ava bike.

Hemwelatîbûn divê li ser bingeha girêdana bi dewletê re çêbe, ne li ser aîdiyeta neteweyekê. Em hemwelatîbûneke azad diparêzin ku azadiya ol, netewe û ramanê dide pêşiyê. Çawa ku ol û ziman nayên ferzkirin, divê netewebûn jî neyê ferzkirin.
❤‍🔥1🔥1😢1🫡1
Radio Rojava
#Lezgîn Bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, wêneyeke nû yê Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin bi raya giştî re hate parvekirin. Rojava FM
Têkiliya hemwelatîbûnê ya qanûnî, di nav sînorên demokratîk de û li ser bingeha yekparçeyiya dewletê, mafê îfadekirin û rêxistinkirina bi azadî ya nasnameya olî, îdeolojîk û neteweyî dihewîne.

Îro, tu sîstemeke ramanê bêyî ku li ser demokrasiyê ava bibe nikare bijî. Sekn û rawestan, alozî û krîz demkî ne; di dawiyê de demokrasî dê bibe mayînde. Banga me armanc dike ku ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî çareseriyan ji bo pirsgirêka jiyana hevbeş û krîzên ku ji ber wê çêdibin bibîne. Em mafê hebûn û xweîfadekirina azad a hemû kesên ku rastî neheqiyan hatine diparêzin.

Jin, hêzên civakî yên pêşeng in ku tu civak an dewlet wan li ber çavan negire nikare hebûna xwe bidomîne. Îro, tundiya navmalî, kuştina jinan û zordariya baviksalar hemû, xuyangên hemdem ên êrişa dîrokî ne ku bi koletiya jinan dest pê kiriye. Ji ber vê yekê, jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in.

Zimanê vê serdemê divê serdest û otorîter nebe. Divê em derfet bidin her kesekî din ku bikaribe bi awayekî rast xwe îfade bike, bi baldarî guhdarî bike û rastiyên xwe îfade bike.
Pêkhatina van xisûsan tevan, hewcehî bi aqilekî hevpar ê li dijî hev rêzgir heye. 
Silav û rêz”
👍3❤‍🔥1🫡1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
عوائل المقاتلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية الأسرى لدى الحكومة السورية المؤقتة يطالبون عبر بيان أُدليَ في قامشلو  بالإفراج الفوريِّ عن أبنائهم.
كما ناشدت العوائل أهالي روجآفا وعموم كردستان بالخروج في مسيراتٍ سلميةٍ تضامنًا معهم، للضغط باتجاه إطلاق سراح الأسرى وضمان عودتهم إلى عائلاتهم في أقرب وقتٍ ممكن.

Malbatên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin, li Qamişlo daxuyaniyek dan û daxwaza serbestberdana bi lez ya zarokên xwe kirin. Malbatan bang li tevqhiya gelê Rojava û  Kurdistanê kirin ku ji bo serbestberdana esîran dakevin qadan û meşan li dar bixin.

Rojava FM
5🫡1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Li gor rêkeftina 29 Çileyê di navbera QSD’ê û Hikumeta Demkî ya Sûriyê li Kobanê piştî xalên hevpar ên Şêxler li Çelebiyê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayiş) û Ewlehiya Giştî ya Şamê xalên hevbeş dest bi cihkirinê hat kirin.

بحسب اتفاقية 29 يناير بين قوات سوريا الديمقراطية والحكومة السورية المؤقتة في كوباني، وبعد النقاط المشتركة في شيخلر وجلبية، بدأت قوات الأمن الداخلي (الأسايش) والأمن العام بنشر نقاطهم المشتركة.

Rojava FM
🫡2
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ciwanên Şoreşger yê Girkê Legê ji bo dorpeça li ser Kobanê meşek liderxistin.

خرج أهالي كركي لكي بمسيرة لإنهاء الحصار على كوباني.

Rojava FM
🫡1
QSD’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
قوات سوريا الديمقراطية تعلن عن سجل 8 من شهدائها

https://sdf-press.com/archives/48071

Rojava FM
تشييع جثمان الشهيد في صفوف قوات سوريا الديمقراطية شرفان بريتان (ديندار بور) إلى مثواه الأخير في مزار الشهيد دليل ساروخان بمدينة قامشلو، وإقامة مراسم غيابية لخمسة شهداء آخرين استشهدوا في مقاومة روجآفا، وهم:
فدكار (الاسم والنسبة: خليل داود)
سرخبون بستا (الاسم والنسبة: يوسف أوغراك)
دفرم باسور (الاسم والنسبة: محمد جيجك)
باهوز سرحد (الاسم والنسبة: أرسين جليك)
آرام قامشلو (الاسم والنسبة: عز الدين شيخو)

Cenazeyê şervanê QSD'ê Şehîd Şervan Berîtan (Dîndar Bor) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li Qamişlo hat oxirkirin. Her wiha ji bo 5 şehîdên din ên ku di berxwedana Rojava de şehîd bûne merasîmên xiyabî hatin lidarxistin:

Şehîd Fedkar (Xelîl Dawûd)
Şehîd Serxwbûn Besta (Yûsif Ogrek)
Şehîd Devrem Pasur (Mihemed çîçek)
Şehîd Bahoz Serhed (Ersîn Çelik)
Şehîd Aram Qamişlo (Ezedîn
Şêxo)

Rojava FM
1