Radio Rojava
4.98K subscribers
23.1K photos
4.37K videos
69 files
402 links
Download Telegram
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
أهالي مدينة قامشلو وبمشاركة مهجّري عفرين والشهباء يستقبلون قافلة الأهالي التي توجهت إلى دير حافر تلبيةً للنفير العام دعماً لمقاومة الشيخ مقصود والأشرفية.

Gelê Qamişlo ligel koçberên ji Efrîn û Şehbayê, pêşwaziya konvoya Gel a ji bo piştgirtiya berxwedana Şêx Meqsû û Eşrefiyê çûbûn Dêr Hafirê dikin.

Rojava FM
3
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb.

Rojava FM
3😢3🔥1
Ji bo raya giştî

Beriya niha me ragihand ku endamê fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye.

Ji ber şertê giran yên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û rexmî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.

Lê belê hate zelalkirin ku rêhevalê me Azad Heleb şehît neketiye. Pêwendî pê re hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle.

Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd
11.01.2026
3
Radio Rojava
Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb. Rojava FM
Em Fermandarê Xwe Yê Fedayî Rêheval Ziyad Bi Bîr Tînin

Hevalê me Ziyad Heleb ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt, bi ruhekî fedayî têkoşiya û di 10’ê Çileya 2026’an de li berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd’ê e gihaştin şahadetê.
Di şexsê Fermandar Ziyad de, em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin.
Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb ji kêliya destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kir. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiya û bû çavkaniya moral û berxwedaniyê. Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriya û bi şervanên xwe re şer pêşwazî dikir. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşand. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me; tevî rêhevalên xwe bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.
Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di sala 1988’an de li Efrînê jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.
Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, di nav refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.
Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.
Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî fedayî beşdarî xebatan bû.
2
Radio Rojava
Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb. Rojava FM
Fermandarê me yê Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên xwe yên dîrokî anîbû ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes wan zilm bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyê gel e. Em li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin. ‘‘
Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe, di berxwedana Şêx Meqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.
Fermandar Ziyad, heta dîroka 10ê Çileya 2026an ango heta roja gihaşt şahadetê jî bi fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bû sembola têkoşînê.
Fermandarê me Ziyad Heleb di berxwedana dîrokî ya Eşrefiye û Şêx Meqsûd de wekî sembola pêşengiya fedakar di dîroka me ya şoreşgerî de cihê xwe girtiye. Ev helwesta canbexş a Fermandar Ziyad, li hemberî hemû bangên radestiyê têkoşîna bi rûmet hilbijart û ji bo berxwedana dîrokî ya hemû gelên Kurdistanê bû remz û mîrateyek mezin.
Ji ber şehadeta Fermandar Ziyad Heleb, em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê Fermandarê xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin

Nasnav: Ziyad Heleb
Nav ûPpaşnav: Ziyad Qedûr
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Zeim
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026

Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
11.01.2026

Rojava FM
2
شباب وأهالي من مدينة قامشلو ينددون بالصمت الدولي على الجرائم التي ارتُكبت بحق أهالي حي الشيخ مقصود، وذلك خلال فعالية احتجاجية أمام مركز الأمم المتحدة في مدينة قامشلو.

Ciwan û niştecihên Qamişloyê bêdengiya navneteweyî li hember sucên li dijî gelê taxa Şêx Meqsûd şermezar kirin û çalakiyek li dijî navenda Neteweyên Yekbûyî li Qamişloyê kirin.

Rojava FM
2
😢71
Radio Rojava
Photo
نستذكر قائدنا الفدائي زياد حلب بكل إجلال وإكبار

رفيقنا زياد حلب، الذي كان يشغل مهامه في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي، ناضل بروح فدائية، وارتقى إلى مرتبة الشهادة في 10 كانون الثاني 2026، خلال المقاومة التاريخية في حيَّي الأشرفية والشيخ مقصود.

وبشخص القائد زياد، نستذكر بكل احترام جميع شهدائنا في مقاومة الأشرفية والشيخ مقصود، ونتقدم بأحرّ التعازي إلى عوائل شهدائنا الأبرار وإلى شعبنا الوطني الصامد.

منذ 6 كانون الثاني 2026، شنّت المجموعات المرتزقة التابعة لحكومة دمشق الانتقالية هجمات على حيَّي الأشرفية والشيخ مقصود باستخدام مختلف أنواع الأسلحة والأساليب الوحشية. وبمساندة مباشرة من الدولة التركية، نفّذت هذه المجموعات هجمات جوية وبرية مكثفة استهدفت شعبنا. وفي مواجهة هذه الاعتداءات، بادر شعبنا المقاوم وقوى الأمن في الحيَّين إلى خوض معركة الدفاع، موجّهين ضربات قاسية لتلك المجموعات، حيث تم تدمير العديد من الدبابات والآليات المدرعة التابعة للعدو، والقضاء على أعداد كبيرة من المرتزقة في مختلف العمليات. ومع كل ضربة يتلقاها العدو، كان يصعّد من هجماته على المدنيين باستخدام أساليب أكثر وحشية. وفي المقابل، خاض شعبنا وقواتنا الفدائية مقاومة بأعلى درجات الصمود والإرادة.

بخبرته الطويلة ومعرفته المتراكمة، تولّى القائد زياد حلب منذ اللحظة الأولى دور الريادة في القتال والمقاومة. وفي كل محطة من محطات المعركة، ناضل جنباً إلى جنب مع رفاقه وشعبه، وكان مصدراً للمعنويات والصمود. تنقّل من متراس إلى آخر، وقاد المعارك إلى جانب مقاتليه، وقاد مقاومة تاريخية في كل شارع وزقاق من شوارع الأشرفية والشيخ مقصود. وحتى اللحظة الأخيرة من هذه المقاومة العظيمة، واجه مع رفاقه جميع الهجمات التي استهدفت شعبنا، واختاروا طريق الشهادة بدل الاستسلام، رافضين سياسة الخضوع، ومتبنين نهج الفداء والنضال، ومتوّجين المقاومة التاريخية بمواقفهم البطولية.

الرفيق زياد حلب، القائد العام لقوى الأمن الداخلي، وُلد عام 1988 في عفرين، ونشأ في كنف عائلة وطنية تضم ستة إخوة وأخوات. وفي شبابه، ترعرع في بيئة مشبعة بالروح الكردية الأصيلة، ما دفعه باستمرار للبحث عن سبل خدمة شعبه ووطنه.

ومع اندلاع الأزمة السورية عام 2011، انضم إلى صفوف وحدات حماية الشعب (YPG) للدفاع عن وطنه وشعبه، وشارك في مقاومة مدينة حلب. وخلال الأعوام بين 2011 و2015، تعرّضت حلب لهجمات متكررة من قبل نظام البعث ومجموعات مسلحة مختلفة، فخاض الشعب حرباً ثورية للدفاع عن نفسه. وكان الرفيق زياد في قلب هذه المقاومة، حيث نفّذ عمليات ميدانية مؤثرة، واكتسب خبرات عسكرية كبيرة، خاصة في معارك الشوارع والأحياء، وتمكّن من إفشال جميع الهجمات، مقدّماً نموذجاً فدائياً في النضال من أجل شعبه.

ولم يقتصر تطور القائد زياد على الجانب العسكري فحسب، بل شمل أيضاً الجانبين الفكري والسياسي. وبشخصيته الطبيعية والصادقة، حجز مكانه في قلوب جميع رفاقه، ولعب دوراً ريادياً في أوساط الشعب. وبفضل مشاعره الوطنية الصادقة، حظي بمحبة واسعة في جميع المناطق التي ناضل فيها، وكان ارتباط شعب الأشرفية والشيخ مقصود به ارتباطاً خاصاً وعميقاً.
ومنذ انخراطه في مسيرة الحرية، واصل تطوير نفسه، حتى بلغ مستوى متقدماً في القيادة، وحقق ريادة عسكرية وفكرية وسياسية. وكان يستشعر دائماً حجم المأساة التي يتعرض لها شعبنا، ويؤدي واجباته النضالية بمسؤولية عالية، ويشارك بروح فدائية في كل موقع تقتضي الحاجة وجوده فيه.

وقبيل استشهاده، عبّر القائد زياد حلب عن موقفه التاريخي بهذه الكلمات:
«نحن أبناء هذه الأرض؛ وُلدنا هنا، كبرنا هنا، وسنبقى هنا. لم نكن يوماً مشكلة لأحد. عشنا لسنوات في هذه الأحياء مع أهلها بسلام. لكن إن أعلنت القوى المعادية الحرب علينا، وواصلت الاستفزازات والهجمات العسكرية، فإن أيدينا لن تكون مكتوفة. نقسم أن نحمي شعبنا، ولن نسمح لأحد باضطهاده. سنقاتل حتى آخر أنفاسنا. لقد اتخذنا قرار الشهادة، ولا خيار لنا سواها. سنقاتل شارعاً شارعاً، وبيتاً بيتاً. لن نتراجع خطوة واحدة، وسنواصل القتال ما دام فينا نفس واحد. يجب أن تُرى مقاومتنا. نحن هنا كرامة شعبنا، وروحنا فداء له. هنا نحمي كرامة ووجود الشعب الكردي».
حتى اللحظة الأخيرة، واجه الرفيق زياد العدو بشجاعة، ولم يستسلم أبداً. وبصفته مناضلاً ثورياً نقياً وصادقاً، حافظ دائماً على موقفه الثوري، ولم ينحنِ يوماً أمام الظلم أو العبودية. وكما في مسيرته النضالية كلها، قاد في مقاومة الشيخ مقصود خطّ كردستان الحرة بكل إباء وشموخ، ورفض أي تنازل أمام سياسات الاستسلام والخيانة التي حاول العدو فرضها.

واصل القائد زياد نضاله الفدائي حتى يوم استشهاده في 10 كانون الثاني 2026، وبموقفه البطولي أصبح رمزاً للمقاومة في الشيخ مقصود والأشرفية.

Rojava FM
❤‍🔥31
Radio Rojava
Photo
وقد رسّخ مكانته في تاريخنا الثوري كرمز للريادة الفدائية، وترك بإرادته الشجاعة وإصراره على المقاومة إرثاً عظيماً لكل شعوب كردستان.

وباستشهاد القائد زياد حلب، نتقدم بالتعازي إلى عائلته وإلى شعبنا الوطني في كردستان، ونجدد العهد والوفاء لشهدائنا من خلال شخصه.
الاسم الحركي: زياد حلب
الاسم والنسبة: زياد قدّور
اسم الأم: زينب
اسم الأب: زعيم
مكان وتاريخ الاستشهاد: حلب / الشيخ مقصود – 10 كانون الثاني 2026

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في حيي الشيخ مقصود والأشرفية
١١ كانون الثاني ٢٠٢٦

Rojava FM
❤‍🔥3
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji Bo Bîranîna Fermandarê Fedayî Rêheval Ziyad Heleb

Rojava FM
3