Radio Rojava
4.97K subscribers
23.1K photos
4.37K videos
69 files
402 links
Download Telegram
Ji Bo Raya Giştî
Radio Rojava
Ji Bo Raya Giştî
Ji Bo Raya Giştî

Ji roja 6ê Çileya 2026an ve çeteyên girêdayî hikûmeta demkî a Şamê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk, tank, top, wesayîtên zirxî û hemû cûre çekên giran, her weha tevî hezaran çete li dijî taxa me dest bi êrişekî hovane kirin.

Bi van êrişan dihat armanckirin ku gelê me yê taxê di qirkirinê re derbas bikin, demografiya taxê bigûherin û rûmeta gelê me bişkînin.

Lê belê hêzên me li ser biryara meclîsa gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê biryara berxwedanê û parastina rûmeta xwe da.

Li ser vê yekê berxwedaniyeke fedaîyane hate raberkirin û hêzên me bê tereddût ji bo parastina taxê û rûmeta gelê me canê xwe feda kirin. Bi tu awayî serî nehat tewandin û teslîmiyet nehate qebûlkirin. Wê agahiyên di derbarê nasnameya şehîdan de jî bi raya giştî re were parvekirin.

Di vê pêvajoya şer de gelê me yê ku rastî êrişên dijwar hat gelek birîndar û şehît dan û ji bo dermankirina birîndaran li tekane misteşfa taxê ya bi navê Xalid el Fecr kombûn çêbû. Çeteyan bi dehan car bi çekên giran û her weha bi balafirên tîpa Bayraktar yên dewleta Tirk êrişî vê misteşfê kirin û hewildan di wê misteşfê de qetlîam pêk bînin.

Herî dawî ji bo ku rê li ber komkûjiyan were girtin û birîndar, sivîl, jin û zarok ji misteşfê werin derxistin û bi selametî derbasî qadên bi ewle werin kirin agirbestekî qismî hat ragihandin. Hêzên me bi hessasiyeteke mezin nêzêkî agirbestê bûn û misteşfa Xalid el Fecr hate valakirin.

Wê ji vir û şûn de jî heta dawî hêzên me ji bo parastina îrada azad a gelê xwe û rûmeta xwe li ser şopa şehîdên xwe bê teredût li ber xwe bide. Wê bi rê û rêbazên cûda têkoşîn û berxwedana hêzên me berdewam bike.

Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd
11.01.2026
#Lezgîn
Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd: Wê bi rê û rêbazên cûda têkoşîn û berxwedana hêzên me berdewam bike.

#عاجل
قوات أمن الشيخ مقصود: ستواصل قواتنا نضالها ومقاومتها بطرق ووسائل مختلفة.

Rojava FM
❤‍🔥31
Radio Rojava pinned «Ji Bo Raya Giştî Ji roja 6ê Çileya 2026an ve çeteyên girêdayî hikûmeta demkî a Şamê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk, tank, top, wesayîtên zirxî û hemû cûre çekên giran, her weha tevî hezaran çete li dijî taxa me dest bi êrişekî hovane kirin.…»
Karwana şêniyên kantona Cizîrê, ku ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ber bi Dêr Hafêrê ve çûbû, vegeriya bajarê Hesekê. Karwanê birîndarên berxwedanê jî bi xwe re anîn û birin nexweşxaneyan.

عادت قافلة أهالي مقاطعة الجزيرة التي توجهت إلى دير حافر، دعماً لمقاومة أهالي الشيخ مقصود والأشرفية وقوى الأمن الداخلي، إلى مدينة الحسكة، تتقدمهم سيارات إسعاف تقلّ الجرحى.

Rojava FM
3
ينظم أهالي مدينة قامشلو في هذه الأثناء وقفةً احتجاجية في دوار الشهيد يوسف كلو، تنديداً بالهجمات التي استهدفت حيي الشيخ مقصود والأشرفية. كما ينتظرون وصول قافلة أهالي مقاطعة الجزيرة التي توجهت إلى دير حافر بعد نداء النفير العام.
Gelê  Qamişloyê li çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê disekinin. Her wiha li benda hatina karwanê gel  yê Cezîrê ne, ku piştî banga seferberiya giştî ber bi Dêr Hafir ve çûbûn.

Rojava FM
1
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji zanîngehê heta Qada Jina Azad meşiyan.

نظم طلاب جامعة كوباني مسيرة من الجامعة إلى ساحة المرأة الحرة تنديداً بالهجمات على حيي شيخ مقصود والأشرفية.

Rojava FM
2