YPJ MEDIA CENTER
17.1K subscribers
3.22K photos
1.18K videos
5 files
1.31K links
Official Telegram channel for the Women’s Defense Units (YPJ) in Rojava - Northern Syria Federation
Download Telegram
Bi Sedan Şêniyên Hesekê Ji Bo Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Meşiyan.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan. Di meşe de alên Rêber APO hatin hildan û pankertên ‘Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Naskirina Îradeya Gelê Kurd E’ û ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Mafê Hêvîyê Pêk Bê’ hatin vekirin. Di meşe de şêniyên bajêr û gelek sazî û dezgehên rêxistinî amade bûn.

Her wiha meş li çerxereya Kevokê destpê kir û hata çerxereya Şehîd Serhed veguherî mitîngê. Miting bi deqeyek rêzgirtin li ser tevahî giyanê şehîdan destpê kir.

Di meşe de peyam hat dayîn ku dewletên Navneteweyî qanûna mafê hêviyê derxistine û bi xwe ti rêzê ji qanûnên xwe re nagre û heta niha jî mafê hêviyê yê Rêber APO pêk ne anîne.

Çalaki bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21993
https://ypjrojava.net/ar/?p=24084
https://ypjrojava.net/en/?p=23587
Hebûna YPJ’yê ne garantîya şerê ye, lê garantîya ewlehiya jinan e.

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=22008
https://ypjrojava.net/ar/?p=24099
https://ypjrojava.net/en/?p=23608
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Em Dilsozê Rêka Fermandar Zozan in

Jin di her kêliya dîrokê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûne û bûne remza jiyana azad. Ji bo nasnameyek azad her têkoşiyane û bûne xwedî kedeke bê hempa. Hevrêya me Zozan Deniz jî di tekoşîna xwe ye 31 salan de bi biryardariya ava kirina welateke azad, di rêka şoreşa azadiya gelan de bê dudilî tekoşîn kir.

Hevrêya me Zozan Deniz ku ev demek bû bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya, piştî demek dirêj tevî hemû hewildanan jî hevrêya me di dîroka 24’ê Hezîrana 2026’an li nexweşxaneya ku dihate derman kirin tevlî karwanên nemiran bû. Em di serî de ji malbata hevrêya xwe ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.


FERMANDARIYA GIŞTÎ A YPJ

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=22014
https://ypjrojava.net/ar/?p=24105
https://ypjrojava.net/en/?p=23614